Li Efrînê dewleta Tirk welatiyê bi navê Welîd Reşîd revandin

Tirkiye, 20’ê Çileya 2018’an bi komên girêdayî xwe ve êrîş bir ser bajarê Efrînê. Di encama êrîşên 2 mehan de bajar dagir kir.. Ji destpêkê heta niha kesên ku li Efrînê mane jî bi êrîş û îşkenceyeke dijwar re rû bi rû ne. Herî dawî Hate ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Etmana yê Racoyê welatiyek revand.

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin revandina sivîlan didome.

Li gorî agahiyan çeteyên dewleta tirk li gundê Etmana yê navçeya Racoyê welatiyê bi navê Welîd Mihemed Reşîd (45) revand.

Hate gotin çeteyan, Reşîd sewqî baregeha sereke ya li navenda navçeya Racoyê kirin.

Komên çekdar, piraniya kesên ku direvînin îşkenceyên giran li wan dikin..

Bi vê rêbazê pere ji malbatan dixwazin.

Malbatên ku pere nedin jî îşkenceyên giran li xizmên wan dikin û wan dikujin.

Back to top button