Li herêmê pêngava çandina daran hat destpêkirin

Çalakiyên jinan bi nêzbûna 8’ê Adarê re zêde dibin.
Ji wan çalakiyan, çandina daran û xemilandina bajaran e.
Duh pêngava çandina daran li herêmê hat destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de li Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê û Kobanê bi dehan şitlên daran hatin çandin.

Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî re, li herêmê çalakiyên jinan ku ji 23’ê Sibatê ve destpê kirine; zêde dibin.

Ji wan çalakiyan jî; çandina daran û xemilandina bajaran e.

Duh li herêmê bi pêşengiya jinan pêngaveke berfireh a çandina daran hat destpêkirin.

Li bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê û Kobanê dar hatin çandin

DIRBÊSIYÊ

Ev pêngav li Dirbêsiyê bi beşdarbûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser hat destpêkirin.

Dar li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan, Akademiya Şehîd Berçem, Şitilgeha 8`ê Adarê û Saziya Avê hatin çandin.
Endamên saziyên sivîl ên navçeya Til Temirê jî dest bi pêngava çandina daran li deverên giştî kir.

Dar li çerxerêyan mezin, peyarên giştî û rêya Goristana Şehîdan hatin çandin.

Li bajarê Hesekê jî Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel bi Koordînasyona Kongra Star re dest bi çandina daran li Goristana Şehîd Dijwar kir.

Jinan 100 dar li goristanê çandin.

Komîteya Jin a Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê jî dest bi pêngava çandina daran kir.

Dar li parkên giştî û qada navenda Kongra Star û peyaran hatin çandin.

Li bajarê Kobanê jî bi dehan zarok û mamoste li Nivîsgeha Parastina Zarokan nêzî 19 şitlên daran çandin.

Back to top button