Li rojhilatê Awistralyayê yek ji barana herî zêde ya deh salên dawîn bariya. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ev hefteyek e li rojhilatê welat baraneke zêde dibare.
Ji ber baranê rê û avahî di binê avê de man.
Li eyaleta Qûeenlandê kesek tevî wesayîta xwe ketibe ber lehiyê û jiyana xwe ji dest da.
Hate diyakirin herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi roja Yekşemê re baran berê xwe dide başûrê welat.
Di 15’ê Sibatê de jî Li Brezilya lehî rabû û erd şimitîna..
Herî dawî hat ragihandin ku 186 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 69 kes jî winda ne.