Zelal Ceger: Gel PKK’ê weke vîna xwe dibîne

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, bang ji her derê bilind dibin.
Rayedarên partiyên siyasî yên li herêmê jî piştgiriyê didin Insiyatîfa Gel a derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê.
Rayedaran diyar kir ku bingeha têkoşîna PKK’ê ji bo mafên gelan e.

Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12`ê Çileyê ragihand ew tevlî pêngava derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” dibin.

Tevî van çalakiyan, bangên derxistina wê ji vê lîsteyê zêde dibin.

Hevseroka berê ya TEV-DEM’ê Zelal Ceger têkildarî pêngavê, encam û giringiya wê ji ajansa Hawarê re axivî.

Zelal Ceger diyar kir gel gihaştiye wê qinyatê ku li dijî PKK’ê bêadaletî tê kirin û ji bo ku gelê Kurd bigihije heqê xwe xwest PKK ji lîsteyê were derxistin.

Zelal anî ziman ku gel bicihkirina PKK’ê di vê lîsteyê de bêedaletiya hiqûqî dibîne û got:

“Ne tenê Kurd, Ereb, Tirk, Çeçen, Sûryan û Ermen jî ji bo ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin, dixebitin.”

Dawiyê Zelal Ceger da zanîn ew ê îmzeyên komkirî bidin saziyên mafê mirovan û Dadgeha Ewropayê.

Heyfa Mehmûd: Dewletên Rojavayî di hevkariya li dijî PKK de bi ser neketin

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Heyfa Mehmûd jî der barê mijarê de nirxandin kir.

Heyfa Mehmûd diyar kir dewletên Rojavayî ji bo berjewendiyên xwe li kêleka Tirkiyê sekinîn û PKK xistin lîsteyê.

Heyfa piştrast kir ku ev dewlet di hevkariya li dijî PKK`ê de bi ser neketin û got:

“Em wek partî piştgiriyê didin banga Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tev li vê pênagavê bûn.”

Telal Mihemed: PKK ji bo misogerkirina mafê gelan tevdigere

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed jî dibêje:

“Encamên xebatên PKK`ê li di her çar parçeyên Kurdistanê xuya ne.”

Telal Mihemed tekez kir divê partiyên siyasî yên Rojava û tevahiya Kurdistanê tev li pêngava ‘Edalet ji bo Kurdan bibin`

Back to top button