Zeyneb Murad: Dewletên navnetewî DAIŞ’ê jo xwe weke metirsî dibîne lewra xwe bêdeng dike

Der barê Komxebata ‘Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê’ de, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji bernameya Televezyona me Jin Aktuyel re axivî.
Zeyneb Murad anî ziman dewleta Tirk piştgiriya DAIŞ’ê dike û Dewletên Navneteweyî li ser metirsiya DAIŞ’ê xwe bêdeng dike.
Zeyneb Murad dibêje:
“Divê her kes ji bo wergirtina zarok û malbatên DAIŞ’î bikevin nava tevgerê.”

Duah Komxebata Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Der barê wê de, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad beşdarî bernameya Televezyona me Jin Aktuyel bû û nirxandin kir.

Zeyneb da zanîn ku dewletên Navnetewî DAIŞ’ê weke xeteriyekê ji xwe re dibînin lewma ji bo vegera wan bêdeng in.

Zeyneb diyar kir yên herî bandor û zirer ji van êrişên DAIŞ’ê dîtine, kurd bûn.

Zeyneb Murad: Dewleta Tirk piştgiriya DAIŞ’ê dike

Hevseroka KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk tevî ku dizane DAIŞ li ser herêmê metirsî ye, dîsa piştgiriya wê dike.

Zeyneb Murad: Erka her kesî ye ji bo dosyaya DAIŞ’ê bikevin tevgerê

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad herî dawî da zanîn dosyaya DAIŞ’ê erka her kesî ye û divê her kes bikevin nava tevgerê.

Back to top button