Artêşa Ûkranyayê careke din bajarê Harkov kontrol kir

Çar roj in şer li Ûkrayna dewam dike. Wezareta Parastinê ya Ukranya ragihand ku wan careke din bajarê Xarkov kontrol kirin û ragihand ku 4 hezar û 300 leşkerên Rûsî heta niha hatine kuştin. Wezarate Parastinê ya Rûsyayê jî eşkere kir ku hêzên wan 52KM derbasî nava axa Ukraniya bûne.

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê ku di 24’ê sibatê de dest pê kir, di roja 4’an de berdewam dike.

Gotin di cîh de be, şereke dijwar îro li dûyemîn bajarê Mezin ê Ukranyayê, Harkov ê di navbera hêzên Rûsî û Ûkranî de rû da.

Hêzên Rûsî danê sibê kontrola Bajarê Harkov xistin destê xwe. Waliyê Harkovê Oleg Sinegubov jî ev yek piştrast kir.

Li bajêr heta piştî nîvro şereke dijwar rû da.

Di encamê de hat ragihandin hêzên Ûkranî careke din bajarê Harkovê ji destên hêzên Rûs rizgarkirin.

Şaredarê bajarê Harkovê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku bajar careke din kete bin kontrola wan.

Wezareta Parastina Ûkranyayê: 4 hezar û 300 leşkerên Rûs hatin kuştin

Piştî vê serkeftinê alîkarê Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê, derket pêşberî kamereyan da zanîn ku ji roja êrişên Rûsyayê dest pê kirine heta îro herî kêm 4 hezar û 300 leşkerên rûs hatine kuştin, 27 balafir, 26 helîkopter hatine xistin û 146 tankên rûs hatine rûxandin.

Li aliyekî din niha li taxên derdora paytext Kîevê şereke dijwar rû dide.

Êriş li depoya sotemeniyê ya nêzî Kîevê hat kirin

Li bajaroka Vasylkîvê ya li rojavayê başûr ê Ûkraynayê ku bi qasî 30 kîlometreyan dûrî Kîevê ye, ji aliyê hêzên Rûs de êriş li depoyeke sotemeniyê hat kirin.

Şaredarê Vasîlkîvê Natalîa Balasînovîç, da zanîn ku muşekên Rûsyayê depoya sotemeniyê ya li rex baregeheke hewayî dane û got: “Dijmin dixwaze her tiştî tune bike.”

Wezareta Parastinê ya Rûsya: Hêzên me 52 KM ketine axa Ûkraynayê

Wezarata Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand hêzên wan di roja çaran de benda parastinê ya hêzên Ukranî şikandin û hat diyarkirn heta niha qasî 52 km ketine hindirê axa Ukranyayê û hêzê wan bi pêş de diçin.

Wezareta Parastina Rûsyayê: 471 leşkerên Ûkranî dîl hatine girtin

Berdevkê Wezarata Parastinê ya Rûsyayê Îgor Koneşenkov ragihand ku hêzên wan heta niha bi giştî 975 pergal û cihên artêşa Ûkranyayê yên stratejîk bêbandor kirine.

Ji bilî van Îgor diyar kir ku heta niha 471 leşkerên Ûkranî dîl hatine girtin.

Her wiha eşkere kir ku artêşên Luhansk û Donetskê jî bajarên Pavlopol û Pîşçevîk xistine bi kontrola xwe.

Li aliyekî din hat ragihandin ku Hêzên Rûsî ketine bajarên Rivne û Lutsk ê bakur rojavayê welat.

Back to top button