Wezareta Parastinê ya Rûsya: Hêzên me 52 km ketine axa Ûkraynayê

Çar roj in şerekî giran li Ûkrayna rû dide.
Wezarate Parastinê ya Rûsyayê dibêje:
“Heta niha hêzên me bi qasî 52 km ketine hindirê axa Ukranyayê.
471 leşkerên Ukranî dîl hatine girtine û 975 navend û alavên leşkerî yên Ûkranî hatine bêbandrorkirin.”
Li beramberê van, Wezareta Parastinê ya Ukranyayê jî dibêje:
“Hêzên me ji sibehê ve 7 balafirên Rûsî û 11 helîkopter bêbandor kirine.”

Şerê berî 3 rojan li Ûkrayna destpêkirî, bi dijwariya xwe dewam e.

Hêzên Rûsya di erda Ûkrayna de bi pêş de diçin û alozî kûrttir dibe.

Artêşa Rûsyayê ragihand wan du bajarên mezin ên başûrî welêt dorpêç kirine,

Û rayedarên Ukraynî jî derbasbûna hêzên Rûsî a bajarê Kharkîvê yê li bakur rojhilatê welêt ragihandin.

Niha di van kêliyan de li Kîevê şerekî dijwar rû dide.

Wezarata Parastinê ya Rûsyayê ragihand hêzên wan di roja çaran de benda parastinê ya hêzên Ukranî şikandin,

heta niha qasî 52 km ketine hindirê axa Ukranyayê û hêzê wan bi pêş de diçin.

Wezareta Parastina Rûsyayê:Hêzên me 975 techîzatên Ûkranî bêbandor kirine

Berdevkê Wezarata Parastinê ya Rûsyayê Îgor Koneşenkov ragihand ku hêzên wan heta niha bi giştî 975 techîzat, pergal û cihên artêşa Ûkranyayê yên stratejîk bêbandor kirine.

Ji bilî van Îgor diyar kir ku heta niha hêzê wan 471 leşkerên Ûkranî dîl hatine girtin.

Her wiha eşkere kir ku artêşên Lugansk û Donetskê jî bajarên Pavlopol û Pîşçevîk xistine bi kontrola xwe.

Oleg Sînegubov: Artêşa Rûsyayê bajarê harkov kontrol kir

Waliyê parêzgeha Harkov a Ukraniyayê Oleg Sînegubov jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Rûsî ketin bajarê Harkov û niha li bajêr şerekî dijwar rû dide.

Oleg diyar kir ku hêzên Rûsî boriyên petrol û yên xaza xwezayî yên bajarê Harkov kirine armanc û şewateke mezin derketiye.

Oleg Sînegubov bang li welatiyan kir ku bikevin xendeqan û xwe biparêzin.

Li aliyekî din hat ragihandin ku Hêzên Rûsî ketine bajarên Rivne û Lutsk ê bakur rojavayê welat.

Wezareta Parastinê ya Ukranya: Hêzên me ji sibehê ve 7 balafir û 11 helîkopterên Rûsyayê bêbandor kirine

Wezareta Parastinê ya Ukranyayê jî ragihand ku ji sibê ve hêzên wan 7 balafirên Rûsî û 11 helîkopter bêbandor kirine.”

Back to top button