DER BARÊ PARLAMENTERA HDP’Ê DAG DE BÎRNAMEYA BINÇAVKIRINÊ HAT AMADEKIRIN

Parlementera HDP’ê Dersîm Dag a 85 rojan li dijî tecîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ma, bi hinceta “Pesnê Leyla Guven daye” derbarê wê de fezleke ango bîrnameya binçavkirinê hat amadekirin.

Di fezlekeya hat amadekirin de, gotinên Dag ên derbarê grevên birçîbûn û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirî de sûc hatin dîtin.

Dag ji bo banga 17 Çileyê ku beşdarî mitînga 19’ê Çileyê bibin kiribû.

Ev banga Dag a ji bo mîtînga paratiya xwe kirî jî sûc hate dîtin.

Di fezlekeya derbarê Dersim Dag hatî amedekirin de wiha hat gotin:

” Dersim Dag, di raya neteweyî û navneweteyî de bi awayekê pesindar Leyla Guven nirxandiye û hewl daye çalakiya wê rewa nîşan bide.”

Di fezleke de hat xwestin ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” destne-dayîna parlementeriya Dag were rakirin.

Leave a Reply

Back to top button