Rûsya Ji pergala SWIFT a Fînans a bankên cîhanî hate derxistin

Her ku Rûsya di dagirkirina Ukranyayê de isarar dike zext û cezayên li ser Rûsyayê jî girantir dibe.. Yekîtiya Ewropa, Brîtanya, Kanada û Amerîka li hev kirin ku Rûsyayê di pergala Fînas a Bankên Cîhanî ya bi navê SWIFT derxînin. Di navbera Kremlîn û Kîevê de hewildanên danûstandanan jî heye,lê li ser cihê civînê li hev nakin. Kremlîn ji Ûkranya yê xwest ku were Belarûsê hevdîtina bikin, Serokê Ûkranya Zelenskî pêşniyara Kremlînê red kir û got derveyê Balarûsê ew dikarin li bajarên weke Varşova, Bakû, Stenbol û Bûdapeşte hevdîtina bikin.

Her ku dem derbas dibê zext û cezayên li ser Rûsyayê jî girantir dibin.

Yekîtiya Ewropa, Brîtanya, Kanada û Amerîka li hev kirin ku Rûsyayê di pergala Fînas a Bankên Cîhanî ya bi navê SWIFT derxînin.

Têkildarî biryarê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropa Von der Leyen daxuyaniyek da.

Von der Leyen diyar kir ku ji ber Rûsya sûcên ku Ukranyayê pêk tîne, wan biryar da ne ku Rûsyayê di pergala Fînas a Bankên Cîhanî-SWIFT’ê derxînin.

Leyen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku niha Yekîtiya Ewropayê li ser dewlementê Rûsyayê jî dixebite da ku nikaribin pergala Yekîtiya Ewropayê de perên xwe bikarbînin.

Serokwezîrê Awistralyayê: Emê ji bo Ukranyayê çekan bişînin

Serokwezîrê Dewleta Awistralyayê Scott Morrison jî ragihand ku ew bi hevkarên xwe yên NATO’yê re biyar dane ku ji bo Ukranyayê çek bişînin.

Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ew amadekariyan dikin ku qada hewayî ji balafirên Rûsyayê re bigrin.

Kremlîn: Şandeya me li belaRûsê ye Ukranya hevdîtina qebûl nake

Ji aliyeke din zextên rawestandina şer û agirbestê li ser Rûsyayê zêdetir dibe.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku yên ku nazên mûzakereyan, agirbestê nabin Ûkranya ye.

Dmitriy Peskov got: Ji bo mûzakereyan Pûtîn êriş rawestand lê Ûkranya bersiva neyînî da ji ber wê jî êriş niha dîsa destpêkiriye. Tevê wî jî niha şandeyek Rûsî ji bo hevdîtinan çûye Belarûs ê.

Zelensky: Derveyî Belarûsê em ji mûzakereyan re vekirîne

Serokê Ukranyaê Vladîmîr Zelenskî ji bo mûzakereyan bersiv da Kremlînê û got:

Em derveyî li Belarûsê ji bo pêkanîna mûzakereyan vekîrin e. Lê Belarûs nabe, ji ber ku niha Rûsya ji aliyê Belarûs ve êrişê axa min dike. Ezê çawa werim Belarûs ê?”

Trump: Pûtîn zehîftiya Joe bîden bikar anî eşker Ukranyayê dagir kir

Zelensky derveyê Belarûs ê, pêşniyar kir ku ew dikarin li Varşova, Bakû, Stenbol û Bûdapeşte hevdîtina bikin.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku Pûtîn zehiftiya Joe Bîden bikar anî, weke ku dawil û zirnê bixe, dest bi dagirkirina Ukranyayê kir. Trump got ger ew Serokê Amerîkayê ba wê ev rewşa kambax a li Ûkranya yê rûneda.

Back to top button