Ebdulkerîm Siko bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistan li Sûriyê Ebdulkerîm Siko duh bi merasîmekê li navçeya Tirbespiyê hate oxirkirin. Konê sersaxiyê li navçeya Tirbespiyê îro hat vedan.

Duh Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistan li Sûriyê Dr.Ebdulkerîm Siko koça dawî kir.

Siyasetmedarê Kurd Ebdulkerîm Siko wekî welatparêzekî Kurd dihat nasîn û di nava xebata siyasî ya Kurdî de roleke girîng lîst ku jiyana xwe di nava vê xebatê de derbas kir.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulkerîm Siko li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê dihat dermankirin.

Lê duh di encama kirîza dil de koça dawî kir.

Duh bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî û şandeyên Rêveberiya Xweser, Ebdulkerîm Siko li gundê Hilwet Elşêx ya girêdayê Tirbespiyê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin .

Konê sersaxiyê ji bo Ebdulkerîm Siko li Tirbespiyê hate vedan

Her wiha îro li navçeya Tirbespiyê ji bo siyasetmedarê Kurd Ebdulkerîm Siko konê sersaxiyê hate vedan.

Bi sedan kes serdana kon kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Kurê Ebdulkerîm Siko Ciwan Siko axivî û diyar kir ku Ebdilkerîm Siko ne tenê bavê wî lê belê mamosteyê wî bû jî.

Ciwan Siko anî ziman ku bavê wî gelek kar û xebat ji bo Kurd û Kurdistanê kiriye.

Ciwan Siko bibîrxist ku xewn û xeyalê bavê wî ew bû ku hemû partiyên siyasî di bin sîwanekê de bibîne û yekîtiya xwe ava bikin û got: “Bavê min di vê mijarê de gelek xebat meşand û armanca wî jî parastina destketiyên şoreşê bû.

Back to top button