Li Tirpespiyê 25 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bi bîr anîn

Li Tirpespiyê 25 şehîdên mehên Çile û Sibatê bi merasîmekê hatin bi bîr anîn.

Meclisa Malbatê Şehîdan a navçeya Tirpespiyê 25 şehîdên ku di mehên Çile û Sibatê li cihên cuda şehîd bûne, bi merasîmkê bi bîr anî.

Merasîm li hola Siyahî bi amedebûna bi dehan welatî, malbatên şehîdan û endamên saziyên navçeyê Pêk hat.

Di destpêka merasimê de sînevîzyonek der barê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan hate pêşandan.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Ibêd berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hevgirtina gelên herêmê silav kir û got:

“Em ê berxwedanê berdewam bikin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin biparêzin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta 25 şehîdan hatin xwendin.

Back to top button