Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan pêngavê

Piştgiriya ji bo kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê mezintir dibe. Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan pêngavê. Van partiyan diyar kirin ku bingehê têkoşîna PKK’ê ji bo mafên gelan e û bang li herkesî kirin ku tevlî pêngavê bibin. Hevseroka berê ya TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî têkildarî pêngavê eşkere kir ku li rojava wê zêdetirî milyonek îmze kom bibe.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12`ê Çileyê de ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” dest bi kampanya îmzeyan kir.

Di vê çarçoveyê de piştgiriya ji bo kampanyayê her diçe zêde dibe.

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştgirî dan pêngavê.

Têkildarî mijarê nûnerên partiyên siyasî ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Heyfa Mehmûd: Em PKK’ê wek hêzeke nûjen a demokrasiyê ya Rojhilata Navîn dibînin

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Heyfa Mehmûd diyar kir xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, encama hevkariya dewletan a bi dewleta Tirk re ye û got:

“Em wek Partiya Nûjen, PKK’ê wek hêzeke nûjen a demokrasiyê ya Rojhilata Navîn dibînin û dizanin ku piştgiriyê dide edalet, wekhevî û azadiya jinan.”

Heyfa Mehmûd destnîşan kir ku PKK û fikirên rêber Apo ji bo çareseriyê ne û da zanîn ew wek partî piştgiriyê didin banga Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Telal Mihemed: Divê partiyên siyasî yên Rojava û tevahiya Kurdistanê tev li pêngavê bibin

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed jî diyar kir ku PKK ji bo mafê gelê Kurd û gelên bindest zêdeyî 40 sal in têkoşîn dimeşîne û got: “Divê partiyên siyasî yên Rojava û tevahiya Kurdistanê tev li pêngavê bibin”

Telal Mihemed da zanîn ku ew piştgiriyê didin pêngavê û bang li gel û rewşenbîran kir tev li pêngavê bibin.

Zelal Ceger: Gel PKK’ê weke vîna xwe û nûnerê xwe dibîne

Têkildarî kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê Hevseroka berê ya TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî axivî:

Zelal Ceger anî ziman gel PKK’ê weke vîna xwe, nûnerê xwe dibîne û wiha got:

“Gel di nav ‘lîsteya terorê’ de bicihkirina PKK’ê weke ispata bêedaletiya hiqûqî dibînin.

Zelal Ceger diyar kir ne tenê Kurd, Ereb, Tirk, Çeçen, Sûryan, Ermen jî xebatan dikin ji bo ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin.

Zelal ceger: Gelên Rojava zêdeyî 1 mîlyon îmze dane ber xwe

Zelal Ceger da zanîn gelên Rojava 1 milyon îmze dane ber xwe û wiha dewam kir;

“Gel bi coşî û moralekî geş tevlî kampanyayê dibe.

Ji komunan bigirin heta bi meclîsan, welatî bi dilê xwe tevlî kampanyayê bûne.

Her wiha gelek sazî, dezgeh, rêxistin û kesên navdar piştgiriyê didin pêngavê,”

Back to top button