
Meclisa Leşkerî ya Kesra li gundê Zixêr a Dêrazorê, hejmarek qaçaxçî girtin.
Di hemleya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê de, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Kesre li gundê Zixêr ê rojavayê Dêrazorê qaşaxçiyên ku dixwestin sotemeniyê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, girtin.
Her wiha sotemenî jî desteser kirin.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kesre, Leys Xeşam axivî û got: “Hêzên me gelek qaçaxçiyên dixwestin sotemeniyê derbasî herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de bikin, girtin û sotemenî jî desteser kirin.”
Leys Xeşam got: Em ê li herêmê têkoşîna xwe ya li dijî qaçaxçiyan, berdewam bikin.