Rojnameger û yek ji damezînerên Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê Şoreş Mistefa li ser gora xwe hat bibîranîn.
Rojnamevan Şoreş di 6’emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê hevrê û malbata xwe ve li ser gora xwe a li Silêmaniyê hat bibîranîn…
Edîtora Rojnews’ê Şine Fayeq di bîranînê de axivî û got:
“Em ê riya şoreş a kar dewam bikin. Pêwîste em jî mîna heval Şoreş û girtiyên Behdînan li ser riya rastiyê bin.”
Birayê Şoreş Mistefa, Hêriş Mistefa jî li ser navê malbatê got, ew ê li ser riya Şoreş a şopandina rastiyê bin..
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê Bekir Mihemed diyar kir ku erka wan e armanc û hêviyên şoreş zindî bihêlin..
Şoreş Mistefa Elî Sala 2014’ê weke yek ji damezrênerên ajansê û endamê desteya rêveber a Rojnewsê kar kir..
Rojnamevan Şoreş Mistefa di 27’ê Sibata 2016’an de koça dawî kir.