Şandeya Rêveberiya Xweser serdana gora Mam Celal Talabanî kir

Şandeya Rêvberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê ku ji bo komxebata ‘Tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ,li Silêmaniyê bû, serdana gora Mam Celal kir.

Şandeyê bi pêşengtiya Nûnertiya xwe ya li başûrê Kurdistanê serdana gora Swerokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê YNK’ê Celal Talabanî kir.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya kurd li ser gora Mam Celal axivî ..

Çiya Kurd anî ziman ku pirsgirêk û aloziyên li herêmê dike ku yekîtiya Kurdan pêk were got,

“Di van fersendên dîrokî de divê gelê kurd yekîtîya xwe çêbikin, Her wiha Mam Celal jî ji bo vê tekoşînek mezin da.”

Piştî axaftinê şandeya Rêveberiya Xweser ji goristanê veqetiya.

Back to top button