Li girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevlî gireva birçîbûnê bûn

Li girtîgehên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş giran dibe û girtî ne tên dermankirin û ne jî tên berdan. Li hember vê siyaseta dewleta Tirk, li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Ji bo girtiyê nexweş ê 83 sal Mehmet Emîn Ozkan serî li dadgehê hat dan. Parêzeran jî xwest herkes ji bo girtiyên nexweş bikeve tevgerê.

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe.

Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî ji bo zext û zora li ser wan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirin.

Niha li girtîgeha bajarê Tekîrdagê çalakiya greva birçîbûnê a 13 girtiyan dewam dike.

Huseyîn Karadaşê ku di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê bi hevjîna xwe Sevgul Karadaş re axivî û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.

Sevgul diyar kir ku hevjînê wê zextên ku li wan tê kirin bi wanre parvekiriye û got, “Li zîndanê heqaret û êriş li wan tê kirin.”

Sevgul Karadaş da zanîn ku hevjînê wê gotiye timî gefên êriş û kuştinê li wan tên xwarin.

Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li dadgehê hat dayîn

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan yê 83 salî ji sala 1996’an ve girtî ye û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn.

Hemû serlêdanên ku ji bo berdana Ozkan bê encam mane.

Parêzerê Ozkan Serdar Çelebî, ji bo neheqiyên li muwekîlê wî tê kirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Parêzer Çelebî got, “Ozgan bi awayekî neheq û nehiqûqî tê darizandin.

Mayîna wî ya li girtîgehê hem di hêla wijdanî de hem jî di hêla hiqûqî de nayê qebûlkirin.”

“Divê parêzer û hiqûqnas bi berpirsyarî tevbigerin”

Rewşa Siyasetmedar Aysel Tûglûk jî girane û tevî raprora “nikare di girtîgehê de bimîne” lê nayê berdan.

Parêzer Sevînç Hocaogûllari destnîşan kir ku Aysel Tûglûk bi awayekî neheqî nayê berdan û got.

“Parastina mafê jiyanê yê Aysel Tûglûkê û hemû girtiyên nexweş ji bo me berpirsiyariyek e. Di serî de hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan û her kes di vî warî de berpirsiyar e.”

Çalakiya nobeta edaletê a malbatên girtiyan ya li wanê 77 roj in dewam dike

Li aliyê din Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş jî a li Baroya Wanê di roja 77’an de berdewam dike.

Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Artemêtê serdana malbatan kirin.

Back to top button