Di bombebarana hêzên hikumeta Şamê de li Idlibê 2 kes hatin kuştin

Hêzên hikûmeta Şamê derdora Idlibê topbaran kirin û 2 kes hatin kuştin. Balafirên şer ên Rusyayê jî êrişî deverên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmetê gundên Filêfil, El-Benîn, El-Fetîra û derdora El-Bara ên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha di bombebarana li gundê Efs آفس ê li rojhilatê Idlibê de jî 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Balafirên Rus êrişî nuqteyên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî kirin

Balafirên şer ên Rusyayê jî îro di seatên sibê de 6 caran êrişî deverên DAIŞ’ê ên li herêma Etriya ya girêdayî Hemayê kirin.

Ji ber teqîna mayînekê 3 kes birîndar bûn

Çavdêriyê da zanîn ku li bajarokê Zimlka ê Şamê mayîneke ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de 2 jê zarok 3 kes birîdar bûn.

Back to top button