Serokê Rûmetê yê komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê dilxweşiyek e û got divê Enqere peyamên Rêber Ocalan ên aştiyê baş bixwîne.
Parlamenterê berê û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) Akin Bîrdal destnîşan kir ku bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên li ser daxwaza Ocalan pêk hatiye dilxweşiyek e û wiha got:
“Biryardarbûna Leyla Guven, dayikên Laçikspî û girtiyên li zindanan berxwedan anî vê astê.
Leyla Guven bi berxwedana xwe ya 200 rojî peyamên girîng da.”
Bîrdal da zanîn ku divê hêzên aştî û demokrasiyê peyamên hatin dayîn bigihînin armanca wan û ev tişt anî ziman;
“Divê peyamên dayikan li qadan dayîn baş werin xwendin û li dijî zextên li ser dayikan lêpirsîn were vekirin.
Divê Enqere peyamên Ocalan baş bixwîne.
Divê pêkanîna civaka aştiyane û demokratîk, berpirsyariya her kesî be. “