Li bajarê Qamişlo komkirina îmzeyan dewam dike

Li Qamişlo, kampanya komkirina imzeyan ji bo derxistina navê PKK’ê ji listeya ji aliyêKangra Star ve tê birêvebirin..Rojane bi sedan welatî îmzeyan didin. Li navçeya Til Temir jî 22 hezar îmze hatine komkirin.

Piştgiriya Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li seranserê cîhanê roj bi roj zêde dibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kampaniya piştgiriya ku hate destpêkirin dewam dike.

Kampanya li Kantona Qamişlo ji hêla Kangra Star ve tê birêvebirin.

Heta niha bi sedan welatî beşdarî kampaniyê bûn û ji bo derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê’ îmzeyên xwe dane.

Endama Kangra Stra Îman Elî derbarê kampaniyê de axivî û got: “PKK ne terorîste PKK nûnertiya gelê kurd dike.”

Îman Elî da zanîn hemû pêkhateyên herêmê bi coş ji bo derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê îmzeyên xwe didin.

Li Til Temirê 22 hezar îmze hatin komkirin

Li Til Temirjî di çarçoveya kampanyayê de 22 hezar îmze hatine komkirin

Derbarê kampanyayê de li pêşiya Meclisa Navçeyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê Meclisa PYD’ê Idrîs Namo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin hemû pêkhateyên Til Temir ji bo derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê’ îmzeya xwe dan.

Her wiha hat ragihandin heta niha 22 hezar îmze hatine komkirin û xebatên wan dewam dikin heta ku navê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Di dawiyê de bang li YE û DYA’yê hat kirin ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” derxin.

Back to top button