ŞERVANÊ QSD’Ê FEYSEL EWAD LI GIRÊ SPÎ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê Feysel Ewad bi merasîmekê li goristana şehîdan oxir kirin. 

Şervanê QSD’ê Feysel Ewad bi nasnav Salih Ewad 25’ê Gulanê li navçeya Eyn Îsayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya leşkerî wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhozayê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button