Şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî Qamişlo bi şahiyekê 7. salvegera rizgarkirina navçeya xwe pîroz kirin.
Îro, salvegera rizgarkirina navçeya Til-hemîs e…
Bi vê boneyê bi beşdariya Şêniyên navçeyê û gelek berpirs û rûsipiyên eşîran şahîyek hat lidarxistin..
Di şahiyê de li ser navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef axivî û got:
“Ji bo rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ`ê şervanan canê xwe feda kir.
Xwîna pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tevlî hev bû. Ev jî nîşaneya hevgirtina hemû pêkhateyan e.”
Piştî axaftinan, komên çandê şano pêşkeş kirin û şahiyê dewam kir…