Hikumeta Swîsreyê: Gerek dewleta Tirk li gorî hiqûqa navnetewî tev bigere

Hikumeta Swîsreyê pirsnameyeke li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya Dewleta Tirk bersvivand û got bila dewleta Tirk li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Parlementerê Partiya Sosyalîst a Swîsre Brîgîtte Crottaz meha borî mijara çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî Kurdan bi kar tîne, xistibû rojeva meclîsê de.

Crottaz ê ku partiya wî hevakara hikûmetê ye ev pirs ji hikûmetê kiribû “Gelo hayê we jê heye ku dewleta Tirk di sala 2021’an de li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye.”

Hikumeta Bernê bersiv da parlementer Crottaz û diyar kir haya wan jê tune ye û wê geşedanên têkildarî vê mijarê bişopînin.

Hikumeta Swîsreyê got:

“Sala 2019’an dema Tirkiyê li hemberî Sûriyê tevgereke leşkerî pêk anî, me weke binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî binavkiribû û rexne kiribû.

Back to top button