Şiwan Mihemed: Derxistina PKK’ê ji lîsteyê ji bo pêşveçûna aştiyê gavek e

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin partiyên Başûrê Kurdistanê jî banag dikin.
Endam û rêveberên Polîtburoya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û Hizbî Şûî ya Kurdistanê dibêjin:
“PKK, ne terorîst, hêzeke şoreşger e.”
Dadwer Hakim Rizgar jî da zanîn ku xistina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de biryarek siyasî ye.

Piştgiriya bi kampanyaya îmzeyan a derxistina navê PKK ji lîsteya terorê xurt dibe.

Li Kerkûkê jî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya bi vê kampanyayê re nîşan didin.

Endamê Polît buroya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Şiwan Mihemed têkildarê mijarê ji ANF’ê re axivî.

(Hineki dengê wî bide)

Şiwan Mihemed anî ziman dewleta Tirk salên dûr û dirêj hewl da şoreşa Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê bixe nav lîsteya terorê û got:

Welatên cîhanê jî baş dizanin ku şoreşa Kurdan û şoreşa Bakurê Kurdistanê nakeve çarçoveya terorê.

Ji ber ku ev şoreş di şerê li dijî DAÎŞ’ê de gelek şehîd dan.”

Di dawiyê de Şiwan Mihemed anî ziman “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bandoreke mezin li ser Bakurê Kurdistanê dike û ji bo pêşveçûna proseya aştîyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibe gavek.

Îmad Mihemed: PKK hêzeke şoreşger e ne terorîst e

Rêveberê Şaxa Kerkûkê ya Hizbî Şûî ya Kurdistanê Îmad Mihemed jî têkildarî heman mijarê axivî.

(Hineki dengê wî bide)

Îmad Mihemed anî ziman PKK ne hêzeke terorîst e; hêzeke şoreşger e ku beşek ji tevgera azadîxwaziya gelê kurd e.

Îmad Mihemed destnîşan kir li şûna ku PKK û Birêz Ocalan di lîsteya terorê de be, pêwîst e civaka navnetewî navê şoreşgerî bide wan.

Dadwer Hakim Rizgar: Xistina PKK di lîsteyê de biryarek siyasî ye

Dadwer û Pisporê Yasayê Hakim Rizgar Emîn têkildarî riyên yasayî yên ji derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji Rojnews’ê re nirxandin kir.

Dadwer Hakim Rizgar Emîn diyar kir ku xistina PKK’ê di nava ‘lîsteya terorê’ de biryarek siyasiye û heta niha biryara ti dadgehê nîne ku PKK’ê weke ‘teror’ pênase bike.

Back to top button