Dr. Kamûran Berwarî: Dewlemendiya axa Başûrê Kurdistanê ne di berjewendiya gel de tê xerçkirin

Siyasetmedar û Akademisyen Dr. Kamuran Berwarî têkildarî rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê û biryara dadgehê federal a derheqê wê de axivî.
Berwarî dibêje:
“Firotina gaza xwezayî ya Başûrê Kurdistanê tenê di berjewediya dewleta Tirk de ye.
Dewlemendiya xaka Başûrê Kurdistanê jî ne di berjewediya gelê herêmê de tê xerçkirin.”

Siyasetmedar û Akademisyen Dr. Kamûran Berwarî li ser mijara firotin û dahata berhemên binerd û sererd ên Başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.

Kamûran Berwarî diyar kir ku dewlemendiya xaka Başûrê Kurdistanê ne di berjewediya gelê herêmê de tê mezaxtin û ev got:

“Dewlimendiya Herêma Başûrê Kurisdistanê gelek e, dahata wê piranî ji dewlemediya binerd û gumrikê tê bidestxistin.

Ger wek heyî bê komkirin ez di wê baweriyê de me, em ê 20 milyon kes li ser vê dewlimendiya herêmê, bidin jiyîn.

Lê mixabin dahata Herêma Kurdistanê di berjewendiyê gelê herêmê de nayê bikaranîn.”

Dr. Kamuran Berwarî destnîşan kir ku berhemên petrolê ji bo Herêma Kurdistanê nayên mezaxtin, tê firotin û wiha domand:

” Ger gaza tê firotin ji bo gel bê xerçkirin wê têra gelê herêmê bike.

Gaza ku tê firotin ne di berjewendiyên gel de, tenê di berjewediyê dewleta Tirk de ye.

Firotina nefta Başûrê Kurdistanê di bin desthiladariya partiyên siyasî yên parlemetoya Başûrê Kurdistande de ye.

Daxwaza her kesî zelakirina rewşa heyî ye. ”

Berwarî tekez kir Pêwîst e ev rewş bê zelalkirin û di vê der barê de daxuyaniyek ji bo gelê herêmê bê dayîn.

Dawiya nirxandina xwe, Dr. Kamûran Berwarî piştrast kir ku dahata berhemên Herêma Kurdistanê zêde ye û ev got:

“Tevî wê, her roja ku derbas dibe reweşa jiyanê li herêm xirabtir dibe.

Ev pirsgirêk mezin e, pêwîst e rêveberiya Herêmê li ser raweste.”

Back to top button