Li Rûsya di çalakiyên li dijî şer de 630 kes hatin binçavkirin

Li cîhanê dijberên şer ji bo pêşî li êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna bigrin li qadanin. Li dehan welatên cîhanê bi reng û siloganên cuda bi hezaran xwepêşandêran bang kirin. Bangkirin kuşer bidawî bibe. Çalakiyên herî mezin û girseyî jî careke din li ewropa bû.

Li Rûsya tevî, zext û qedexeya zêde, careke din dijberên şer helwesta xwe nîşan didin.

Li bajarê St. Petersburg di nava hezaran kesî de xwepêşandêrên li dijî şer bang kirin.

Polîsên Rûsî xwepêşandêr bi erdêre kaşkirin û binçav kirin.

Wezareta Karên Hundirîn ragihand ku 630 kes hatine binçavkirin.

Li paytext Moskow jî heman dimen hebû.

Li dehan bajarên Ewropa bi sedhezaran ji bo Ûkrayna daketin qadan

Ev der jî Komara Çekyayê ye.

Bi hezaran xwepêşandêrên li ber konsolxaneya Rûsya a li paytext Pragê êrişa li dijî Ûkrayna şermezar kirin.

Li paytexta Spanya Madrîdê bêtirî 40 hezar kes ji bo Ûkrayna daketin qadan.

Li Roma jî heman dimen hebû.

Ev der jî paytexta Almanya Berlîne.

Berlîn ji dijberên şer tejî bû.

Li gorî daneyên hikumetê bêtirî 100 hezar kes ji bo Ûkrayna li qadan bûn.

Danîmarkî jî bê helwest neman.

Xwepêşandêrên li paytext Kopenhagê kombûyîn êrişa Rûsya şermezar kirin.

Li Brîtanya bi rojane xwepêşandanên dijberê şer têne lidarxistin.

Li Londonê careke din qad ji xwepêşandêran hat dagirtin.

Her wiha beriya leyîstina maça Chelse û Liverpolê, alîgirên Chelse alên Ûkrayna li temaşekeran belav kirin.

Li bajarê herî mezin yê cîhanê Tokyo jî xwepêşandan hebû

Ne tenê Ewropa li welatê rojhilata dur, Japonya jî piştevaniya bo Ûkrayna hebû.

Komek xwepêşandêrên kombûyîn dijberiya xwe ya ji bo şer anîn ziman.

Li Amerîka bi hezaran kes ji bo Ûkrayna di nava çalakiyan de bûn

Li parzemîna Amerîkaya bakur jî hêrsa dijî êrişa Rûsya li ser Ûkrayna hebû.

Li paytexta DYA Waşîngton DC bi hezaran kes li ber avahiya Koşka Spî kom bûn.

Bi hildana alên Ûkrayna piştevaniya xwe ya ji bo Kîevê nîşan dan.

Ev der jî paytexta Kanada Ottawa ye.

Xwepêşandêr li ber avahiya konsolxaneya Rûsya kom bûn û êriş şermezar kirin.

Back to top button