Ûkrayna: 14 jê zarok 352 sivîl hatine kuştin

Ji ber şerê li Ûkrayana heta niha bêtirî 350 sivîl hatine kuştin. Di nava wan de zarok jî hene. Rûsya îdia dike ku pêşdikeve, artêşa Ûkrayan jî dibêje wan kariye heta niha bi berxwedanê leza hêzên Rûsî kêm bikin.

Ev der paytexta Ûkrayana Kîeve. Paytexteke ku şev di nava tarîbûn û dengê çekdan de der bas dike.

Sibeha wê jî bermahiyên şer li derdor xuya dike. Rûsyayê di 24’ê Sibatê de li dijî Ûkraynayê şer da destpêkirin.

Şer li bajarên li qeraxê Derya Reş dijwar bûye. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 14’ê jê zarok 352 sivîl mirin e.

Rûsya: Qada hewayî ya Ûkrayna bi din kontrola me de ye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sehaya hewayî ya Ûkraynayê bi temamî kirine bin kontrolê.

Wezaretê diyar kir ku yekîneyên Rûs bajarên Berdyansk û Enerhodar ên li başûr û rojhilatê Ûkraynayê ne xistine bin kontrola xwe.

Li gorî nûçeya Interfaxê hat ragihandin ku yekîneyên rûsî derdora santrala nukleer a Zaporizhzhya kontrol kirine û santral bi awayek asayî dixebite.

Artêşa Ûkraynayê ragihand ku wan leza êrişên hêzên Rûsî hêdî kirine.

Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê dimenê armanckirina konvoya Rûsî ya bi rêya balafirên biçek yên bêmirov weşand.

Di vê navberê de, Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelenskî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê girtiyên di warê şer de xwedî tecrube berdin.

Zelensky got: “Girtiyên ku ezmûna wan a şer heye wê bêne berdan. Bi vî awayî wê karibin tawanên xwe li cihên herî germ ên şer telafî bikin.”

Qedexeya li Kîevê bi dawî bû

Li paytexta Ûkraynayê Kîevê serê sibehê qedexeya derketina derve bi dawî bû.

Gelê Kîevê jî bi rakirina qedexeyê re ji stargehan derket.

Serê sibehê li paytext Kievê û bajarê Harkov ê ku duyemîn mezin e teqînanan rû da.

Rûsya: Hezar û 67 tesûsên leşkerî hatin îhmahirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di operasyona leşkerî ya li dijî Ûkraynayê de hezar û 67 tesîsên leşkerî hatine îmhakirin.

Back to top button