Li Dêrezorê hêzên Ewlekariya Hundirîn 11 bombe dîtin

Li Dêrazorê hîn jî bermahiyê Daiş’ê bi dawî nebûne.

Doh Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan miqdareke bermahiyên şer bê bandor kirin.

Têkildarî mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ev agahî ragihandin:

“Tîmên Endezyariyê yên me duh (27`ê Sibatê) li taxeke bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê miqdareke mezin a bermahiyên şer bê bandor kir.”

Hêzên ewlekariya her wiha piştras kirin ku, Piştî welatiyan agahiya hebûna cismên gumanbar li taxeke Hecînê da, yekser hêzên me û Tîma Endezyariyê ya Bêbandorkirina Mayinan berê xwe da deverê.

Hêzên me ji bo parastina jiyana welatiyan, ew der dorpêç kir.

Di encama lêgerîna hêzên ewlekariyê de 11 bombeyên kevn hatin dîtin.
Her wiha bêyî ku zirar çêbe, ew bombe hatin bêbandorkirin.”

Back to top button