Konseya Komara Katalan ku serokê berê yê Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî di nav de bû, serdana KNK kir.
Şandeyek ji Parlamenter û Akademsiyenên Katalonî serdana KNK’ê kir..
Konseya Komara Katalan bi Konseya Rêveber a KNK’ê ya di bin seroktiya Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs re civiya.
Civîn bi qasî çar saetan dewam kir.
Di civînê de geşedanên li Kurdistanê û pirsgirêkên Katalan û gelê Kurd hatin gotubêjkirin.
Di civînê de biryar hat dayîn ku di navbera her du gelan de têkilî werin geşkirin, diyalog û hevkarî were zêdekirin.