Kuştina Palme avêtin ser PKK’ê û xistin lîsta terorê

Îro salvegera kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme ye. Palma ji aliyê hêzên tarî ve bi komployekî hate kuştin û ev yek xistin stuyê PKK’ê. Bi vê re êdî pêngava reşkirina PKK hat destpêkirin û ew xistin listeya terorê. Piştî lêkolîn û lêpirsînan, di sala 2020’an de hat eşkerekirin ku destê kurdan û PKK’ê di kuştina Palma de tune. Plan jî bi destê dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê hatiye meşandin

Serokwezîrê Swêdê Olof Palme 28’ê Sibata 1986’an li Stockholmê dema ku ji sînamayê derdiket hate kuştin.

Hêzên navdewletî ev yek kirin stuyê PKK’ê û li dijî PKK’ê dest bi pêngava reşkirinê kirin û ew kirin listeya terorê.

Herwiha li dijî endamên PKK’ê li gelek bajarên Ewropa biryarên girtinê hatin dayîn.

Pişt 36 salan 10’e Hezîrana 2020’an dadgeha Swêdê bi fermî ragihand ku ti têkiliya Kurdan û PKK’ê bi kuştina Palme re nîne.

Dewletên rojavayî û yên bloka sosyalist jî bi vê kuştinê şok bûn.

Di serê van welatan de jî Elmanya Rojhilat bi navê xwe yê fermî Komara Demokratîk a Elmanyayê (DDR) hebû.

Ji ber ku li Elmanya Rojhilat rejîma sosyalist li ser kar bû û têkiliya xwe bi Palme re xweş bû.

Ji ber vê jî rêveberiya Elmanya Rojhilat pir ji nêz ve li ser kuştina Palme sekinî.

Û ji bo ku kuştina ku wan rojan bandor li ser cîhane kirî zelal bike û bikeve pey berpirsan tevgeriya.

Piştî kuştinê bi çar rojan bi fermana Wezîrê Stasî Erîch Mîelke komisyona lêpirsînê hate destpêkirin.

Ev komisyon, raporên ku ji agahiyên sîxûrên xwe yên li Elman û welatên din têkilî kuştina Palme tomar kirî, rojane li ber wezîr Mîelke datanî.

Niha beşek ji van raporan ku ji 8 dosya û bi sedan rûpelî pêk tê, li arşîva Ajansa Qeyde Stasî, yên dewleta Elman de, têkilî ‘şopa Kurd in’ ku piştî kuştina Palme hatiye hazirkirin.

Piştî kuştina Palme lîsteya PKK’yî ên ku bên girtin îstixbarata Tirk daye Siwêdê

Derkete holê di lêpirsînê de ya piştî kuştina Palme, lîsteya bê ka wê kîjan PKK’yî bêne girtin, îstîxbarata Tirk daye.

Ajansa ANF ya ku li van raporan hûr bûyî, hin agahiyên êrîşa li ser PKK’ê ku bihara sala 1986’an li ser PKK’ê hatî destpêkirin, derxiste holê.

Di raporan de tê gotin PKK’ê eşkere kiriye ku li pişt kuştinê ew nînin, çavkaniyên Swêdê jî weke gumanbarên sereke îstîxbarata Tirk qebûl dikin.

Di rapora Daîreya 22’an a Stasî de ya 11’ê Adara 1986’an tê gotin îstîxbarat û polîsên Tirk têkilî endamên PKK’ê alîkarî dane yekîneyên lêpirsînê yên Swêdê.

Di wan raporan de ku Stasî hazir kirî yek ji tiştekî din yê balkêş ev e ku di kampanyaya reşkirina PKK’ê de ya piştî kuştina Palme, rola rêxistinên Kurd e.

Di rapora 3 rûpelî de ku Daîreya 2’yan 16’ê Adara 1986’an hatî amadekirin, tê gotin Partiya Demokrak a Kurdistana Iraqê (PDK-I) PKK’ê ji kuştina Palme berpirs dibine.

Back to top button