Parêzer Vedat Ece : Divê zext û êşkenceyên li girtîgehan bi dawî bibe

Li zindanên dewleta Tirk, zextên li ser girtiyan bi rengên cûda dewam dikin û girtiyên nexweş nayên berdan û ne jî tên dermankirin. Li aliyê din, hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de 17 girtiyên jin ji Girtîgeha bajarê Xarpêtê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.

Li zindanên dewleta Tirk, zextên li ser girtiyan bi rengên cûda dewam dikin û girtiyên nexweş nayên berdan…

Li Girtîgeha bajarê Tekirdagê çalakiya greva birçîbûnê dewam dike.

Daxwazên van girtiyên di girevên birçîbûnê de ew e ku binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî, bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin.

Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD Vedat Ece û Eda Onal derbarê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin.

Parêzer Vedat Ece anî ziman ku girtiyan ji wan re qala şert û mercen girtîgehê kirine û got:

“Me serdana girtiyan kir û li wan guhdar kir.

Girtiyan diyar kirin ku ew mafên jiyanê, tendûristî û mafên xwe yên qanûnî dixwazin.

Daxwaza girtiyan ew e ku îşkence, tundî, êriş, zext û zordariya li ser wan bi dawî bibe.”

Hevseroka KCD Leyla Guven û 16 girtiyên din sewqî girtîgehên cûda kirin

Li aliyê din, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka berê ya HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen jî di nav de, 17 girtiyên jin ji girtîgeha Xarpêtê, sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.

Her wiha girtiya bi navê Ayten Anlaş ku ji 2012’an ve li Stenbolê girtiye, tenê du caran dayika xwe Cemîle Anlaş a 90 salî dîtiye…

Cemîle Anlaş dibêje: “Daxwaza min ew e ku keça xwe Aytanê bibînim, belkî êdî wê nas nekim jî, Ez bi hêvî me ku keça min bişînin nêzikî min.”

Çalakiya nobeta edaletê a li wanê di roja 78’an de didome

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş ku li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 78’emîn de berdewam dike.

Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal serdana çalakiyê kir.

Cemal diyar kir ew piştigiriyê didin malbatên girtiyan û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan şermezar kirin.

Cemal got, “Di serî de hevala me Aysel Tûglûk divê hemû girtiyên nexweş bên dermankirin û bên berdan.
Em dixwazin tecrîd jî demildest bê rakirin.”

Back to top button