Li Kobanê pêşengeha wêneyan bi şahiyekê bi dawî bû

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê, pêşengeha 3. ya wênexêziyê li Kobanê organîze kir. Pêşengeh bi beşdariya 20 wênexêzan ku bi 70 tabêleyî beşdar bûn hat lidarxistin û îro bi dawî bû.

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê, pêşengeha 3. ya wênexêziyê li Kobanê organîze kir…

Pêşengeh di bin çavdêriya Wênexêz Mihemed Şehîn de hat amadekirin..

Di pêşengehê de 70 Tabêle ku ji aliyê 20 wênexêzan de hatibûn amadekirin hatin pêşandan..

Armanca pêşengehê ew e ku çanda kurdî were parastin û xebatên wênexêziyê werin pêşxistin..

Pêşengeh îro di roja sêyemîn de, bi şahiyekê hate bidawî kirin…

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêşengeha wêneyan a 1. di sala 2018’an de û ya dûyem jî di sala 2019’an de hatibûn lidarxistin..

Back to top button