Rîma Îsa: 8’ê Adarê roja azadiya ji êş, newekhevî û zilmê ye

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nirxand..Jinên Başurê Kurdistanê, jinên Êzidî û yên Bakurê Kurdistanê jî banga ku divê jin di vê rojê de li qadan bin kirin.

Di 16’ê Kanûna 1977’an de Neteweyên yekbûyî 8’Adarê weke Roja Jinan a cîhanî ragihand.

Têkldarî mijarê, Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa, Jinên Başûrê Kurdistanê, jinên Êzidî û Jinên Bakurê Kurdistanê nerînên xwe anîn ziman.

Rîma Îsa da zanîn ku Kongra Star û hemû rêxistinên jinan di rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de guhertina hişmendiya baviksalarî ya di civakê de armanc dikin.

Jinên Başûrê Kurdistanê wê di 8’ê Adarê de li qadan bin

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ku li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne wê îsal 8’ê Adarê bi tekoşînê pîroz bikin.

Endama RJAK’ê Jîno Reşîd derbarê bernameya 8’ê Adarê ya jinên Başûrê Kurdistanê de axivî û wiha anî ziman:

Li herêmê pêdiviya jinan bi piştgirî û yêkitiye heye.

Divê em bi çalakiyên radîkal bersiv bidin êrişên li ser hebûna jinan.

Em ê bi rihê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin.

”8’ê Adarê ji bo me jinên Şengalê roja bilindkirina têkoşînê ye”

Jinên Êzidî jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîorz kirin û diyar kirin ku ev roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ye.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê TAJÊ’ê Ceklîn Hisên destnîşan kir ku îro jina Êzidî li hember zihnyeta desthiladar şer dike û 8’ê Adarê pîroz dike.

Leyla Celal a di femana 2014′ an de gelek ji malbatê wê hatin kuşitin û revandin, cejan 8’ê Adarê li hemû jinan pîorz kir û got: Dayê Meyan Borik jî bal kişan li ser giringiya 8’ê Adarê û naskirina jina Êzidî ya ji bo 8’ê Adarê.

Jinên Bakurê Kurdistanê dê bi ruhê berxwedanê li qadan bin

Li Bakurê Kurdistanê jî starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn dê li Mêrdîn, Amed, Şirnex û Batmanê jî mîtîngên fînalê bên lidarxistin.

Derbarê van çalakiyan de jinan nerînên xwe anîn ziman û gotin: Em ê bi ruhê Newrozê li qadan bin û çalakiyên 8’ê Adarê li dar bixin.

Em ê li dijî tundiya dewleta mêr bibin yek û em armanc dikin ku xwe bigihînin hemû jinan.

Her wiha em bang li jinên herêmê dikin ku bi coşa xwe tevli mîtîngan bibin.

Back to top button