Civîna Konseya YJA Starê bi tevlêbûna fermandaran pêk hat

Civîna Konseya Biryargeha YJA-Starê ji hemû qadên ku hêzên parastinê yên jin lê ne, bi tevlêbûna fermandaran pêk hat. Di civînê de hate diyar kirin ku ew weke YJA-Star ji serfiraziyê pê ve ti rêyeke din nas nakin.

Konseya Biryargeha YJA Starê Civîna xwe bi gotina ”Peywira me ya YJA Starê ev e ku sala 2022’an berxwedan were serfirazîkirin” pêk anî.

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê, di pêvajoyeke wiha de ku konsepta îmhayê didome pêk hat.

Civîn bi xwendina perspektîfên Rêber APO, xebatên salê, rojeva siyasî-leşkerî, nirxandina xebatên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk ên sala 2021’an dest pê kir.

Rojeva me ya sereke şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê ye

Konseya Biryargeha YJA Starê bi baweriya ku wê jin azadiya xwe bi dest bixin 8’ê Adare Roja Jinan a Cîhanî pîroz dikin.

Rojeva sereke ya civîna me li ser şikandina tecrîda li dijî Rêbertî û hilweşandina faşîzmê bû.

Her wiha hate zanîn ku encamên li Garê derketin holê û rihê berxwedanê, bû malê hêzên YJA Starê û avaniya me ya rêxistinê û ji ber ku ev giyanê fedayî pêl bi pêl berbelav bû.

Di civînê de yek ji mijara din ku hatiye gotûbêjkirin, helwesta jinê ya li ser îdîaya azadiyê, Berxwedana jin di girtîgehan de, helwesta vîndar, cewherê welatparêzî û dilsoziya bi jiyanê re bû.

Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî jin, jiyan û gelan e

Konseya Biryargeha YJA Starê di dawiyê de got:

Bi îdîaya ku bi teqezî pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya me û bicihanîna hêviya jiyanê ya jinan û jiyana azad a gelan, em soza dilsoziya xwe ya bi şehîdan re didin.

Em Konseya Biryargeha a YJA Starê dibêjin ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne, em ji her kesî re di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazin.

Back to top button