“Hevrêyê me Bawer Botan ku li Rojava derman dibû ji ber nexweşiyê şehîd bû”

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Çhevreyên wan Bawer Botan ê ji bo tedawiyê li Rojava dima, bi nexweşiyê şehîd bû. Komîteyê got, “Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, şoreşê diyariyê tevahiya şehîdên nemir û mirovahiyê bikin.”

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê ragihand ku hevreyê wan Bawer Botan ê ku ev demek bû li Rojava derman dibû di encama nexweşiyê de şehîd bûye.

Komîteyê têkildarî şehadeta Bawer Botan daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Heval Bawer Botan di sala 1975´an de li Sêrtê, li navçeya Dihê çavên xwe li jiyanê vedike.

Hê di zarokatiya xwe de rastiya dijmin, têkoşîna azadiya Kurdistanê, û fikrên Rêber Apo nas dike.

Heval Bawer di temenekî ciwan de dikeve ser rêya Egîdan.

Û di sala 1990´î de bi biryardariyeke mezin di nav refên tevgera azadiya Kurdistanê de cih digire.

Piştî demekê ji hêla dewleta dagirker ya Tirk ve dîl tê girtin.

Pêvajoya zîndanê rihê berxwedêr yê bi heval Bawer re kûr bûye lewaz nake.

Berovajî vê pêvajoyê vediguherîne firsenda fêrbûyîna rastiya Rêber Apo, rastiya Kurdistanê û qirkeriya dijmin.

Dema ji zîndanê derdikeve bêrawestan berê xwe dide bilindahiya çiyayan.

Serpêhatiya heval Bawer bi gelek serkeftinan dagirtî ye. ”

Komîteyê diyar kir hevrêyên wan Bawer, herî dawîn di nav xebatên Tev-Çand’ê de cig digirt û wiha dewam kir:

“Bala wî ya li ser hunerê dihêle ku li her derê bibe xwedî berhem.

Ji muzîkê heta wêje û sînemayê berhemdariyeke xurt raber dike.

Gelek roman, serpêhatî, lîstik, senaryoyên ku nivîsandine hene.

Li gel vana di warê pêşxistina sînemaya Kurdî de jî xwedî hewldan bû.

Ji bo pêşxistina huner û wêjeya Şoreşa Kurdistanê gelek projeyên wî hebûn.”

Komîteya piştgiriya malbatên şehîdan ya PKK’ê: Heval Bawer ji bo danasîna paradîgmaya Rêber Apo timî di nava hewldanan de bû

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê diyar kir Bawer Botan tevî nexweşiyê jî timî xwedî hewldan bû ku paradîgmaya Rêber Apo bide nasîn û wiha bi dawî kir:

“Em ji ber şehadeta heval Bawer Botan xemgîniyeke mezin dijîn.

Em ê xemgîniya xwe veguherînin hesta pêkanîna serfiraziya têkoşîna azadiyê.

Li ser vê bingehê em ji gelê xwe yê welatparêz, ji malbata heval Bawer ya hêja re sersaxiyê dixwazin.

Emê teqez xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, şoreşê diyariyê tevahiya şehîdên nemir û mirovahiyê bikin.”

Back to top button