Li Rojava û Başûrê Kurdistanê kampanya Îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê dewam dike. Li navçeya Holê ya Hesekê 10 hezar îmze hatin komkirin. Li Germiyanê jî bi beşdarîya rewşenbîr, rojnamevan û çalakvanan bi daxuyaniyekê kampanya îmzeyan hate destpêkirin.
Li başûr û rojavayê Kurdistanê di çarçoveya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê de xebat bê navber dewam dikin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê li navçeya Holê ya Hesekê bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan ragihand.
Endamê PYD’ê Têlî El-Ehmed li pêşiya nivîsgeha partiyê û bi beşdarbûna rûspiyên eşîrên herêmê, endamên sazî û partiyan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” me dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir.
10 hezar îmze hatine berhevkirin û dê ev pêngav berfirehtir bibe.”
Di dawiyê de PYD’ê banga derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” û dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan kir.
Li navçeya Kelarê a Germiyanê kampanya îmzeyan hat destpêkirin
Li navçeya Kelar a Germiyanê jî bi amadebûna gelek kesayetên rewşenbîr, rojnamevan, çalakvan û mamostayan kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hat destpêkirin.
Di daxuyaniyta ragihandina kampanyayê de Herêm Mehmud axivî û got:
“Ji bo pêkhatina aştî, demokrasî û mafên mirovan daxwaz ji Parlementoya Yektîya Ewropa dikin ku PKK’ê ji nava lîsteya terorê derxîne.
Divê çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd were dîtin da ku demokrasî û aramî li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk were.”
Herêm Mehmud di dawiyê de diyar kir ku di dîroka Kurdan de ti rêxistin û tevgerek Kurdî mîna PKK’ê nekariye bi milyonan Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe bi rêxistin bike û têbikoşe.
Piştî axaftinan îmze hatin avêtin.