Dagirkeran êrişî gundê El-Tuxar ê Minbicê kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê bênavber didomin. Îro sibehê, dagirkeran êrişî gundekî Minbicê kir û li vir welatiyek birîndar bû.

Navenda Ragihandê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê êrişî gundê El-Tuxar ê li bakurê Minbicê kirin.

Navendê diyar kir ku di encama vê êrişê de welatiyek birîndar bû.

Duh jî dagirkeran Gundên Til Şinan, Um El-Xêr û Deşîşe yên navçeya Til Temir hedef girtin.

Di encama êrişa li dijî gundê Um El-Xêr jî jina bi navê Merwa Mihemed Xilêf a 30 salî birîndar bû.

Ji bilî vê jî, ziyan gihişt mal û milkê welatiyan..

Her wiha duh dewleta Tirk bi droneke bombebarkirî êrişî girê Til Rifetê yê Şehbayê jî kir..

Back to top button