3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Şedadê hatin oxir kirin

Li navçeya Şedadê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê û li Qamişlo jî şervanê QSD’ê Reşo Qamişlo hatin oxirkirin.

3 Şervanên QSD’ê Teysîr Ehmed El-Xelef, Hîşam Xelef El-Hisên û Cemîl Eyad El-Haşîm li bajarokê Hecîn ê Dêrazorê şehîd bûbûn.

Îro bi sedan ji şêniyên navçeya Şehadê cenzeyên Şehîdan bi merasîmekê li goristana şehîdan a li navçeyê oxir kirin.

Di merasimê de ji fermandarên Polîsên Leşkerî yên girêdayî QSD’ê û hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Elaa El-Selûm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hete xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan hate dayîn.

Piştre wesîqeyên her 3’ê şehîdan hate û cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Li Qamişlo cenazeyê şehîd Reşo Qamişlo hate oxirkirin

Li Qamişlo jî cenazeyê Şehîd Reşo Qamişlo (Ehmed Mihemed) li goristana Ş. Delîl Saroxan hat oxirkirin.

Di merasîmê de merasimê de kesên axivî sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin û soza domandin riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button