NÎÇÎRVAN BARAZANÎ BÛ SEROKÊ HERÊMA BAŞURÊ KURDISTANÊ

Îro parlamantoya herêma başurê Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê herêmê civiya.
Di civînê de ji 111 paralamenteran tenê 88 parlamenter amade bûn.
Namzetê PDK’ê Nêçîrvan Barazanî bi 68 dengî hat hilbijartin û bû serokê herêmê.

Îro parlementoya herêma Başurê Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê herêmê civiya.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û Tevgera Nifşê nû di civînê de amade ne bûn.

Her wiha ji 111 parlamanteran tenê 88 parlementer amade bûn.

Di deng danê de namzetê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî bi 68 dengî bi ser ket û bû serokê herêmê.

Bi vî awayî Nêçîrvan Barzanî piştî Mesût Barzanî bû serokê duyemîn ê herêmê.

Di navbera salên 2015-2017’an de Mesût Barzanî ev peywir pêk dianî.

Ligel ku peywira wî qediyabû, demeke dirêj peywir domand.

Lê piştî referandûma binketî ya 2017’an ku rê li ber windahiyên siyasî vekir, Mesût Barzanî bi awayekî ‘fermî’ dev ji peywirê berda.

YNK: BIRYARA BÊ YNK HERÊMÊ DIXE REWŞEK BÛ DE

Li aliyê din Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê têkildarî beşdarnebûna wan di civînê de daxuyaniyekd da.

Daxuyanî li polîtburoya YNK’ê ya li Silêmaniyê û ji aliyê berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer ve hat dayîn.

Letîf Şêx Omer eşkere kir ku ew ji ber binpêkirina lihevkirina li gel PDK’ê beşdarî civînê nebûne û got:

Hilbijartina serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê bêyî dengên YNK’ê, mijara biryardayînê û rewabûnê li Herêma Kurdistanê têxe rewşek nû de. Encamên vê siyaseta nerast ne di stûyê YNK’ê de ye, dikeve stûyê aliyê beramber de”.

Leave a Reply

Back to top button