Şêniyên navçeya Şêrewa li hember êrişên Tirkî xwe diparêzêin

Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, bi sedan şêniyên Efrînê yên li navçeya Şêrawa bi xebatekî komînal dest bi lêkirina dîwaran ji kevir di navbera gundê Basile û Eqîbe de kirine

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Basile, Cilbire, Kîmar û Dêr Mişmiş, gundên ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, rojane topbaran dike.

Welatiya bi navê Wîdad Xelîl diyar kir ku wan wek şêniyên navçeya Şêrawa biryara însiyatîfa gelêrî da ku li ser bingehên şerê gel ê şoreşgerî satirekî ji keviran li seransrî rêya di navbera gundê Soxanekê û Eqîbe de ava bikin.

Apê Seydo Îbiş ê jî destnîşan kir ku avakirina satiran li seranserî rê erebeyên sivîlan ji hedefgirtina rasterast biparêze..

Welatiya bi navê Evîn Elî anî ziman ku xweparastin yek ji bingehên sereke ye ku civakê ji xetereyan.

Back to top button