Dagirkeran êrişî gundê El-Tuxar ê Minbicê û gundên Eyn Îsa kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê bênavber didomin.
Di saetên ber bi êvarê, dewleta Tirk û çeteyên wê, gundên Eyn îsa dan ber topan…
Her wiha Gundewarê rojhilat yê bajarê Babê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di seatên ber bi êvarê de, gundên Fatsa, Sefawiyê, rêya M4 û xwaringeha Nexîl ên li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi moşek û obîsan topbaran kir..

Her wiha duh derengiya şevê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Babê jî topbaran kirin ..

Çeteyan ji baregeha Şêx Nasir a dikeve gundewarê rojhilatê bajarê Babê, gundên Kokilî, Kîlnî, Qirat û Mezreya Kokilî bi hawanan topbaran kirin.

Ji bilî vê jî, ziyan gihişt mal û milkê welatiyan..

Back to top button