KJK’ê: 8’ê Adarê heta Newrozê em ê pira şoreşa jinê ava bikin û rêbertî azad bikin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî daxuyaniyek da.
KJK’ê tekez kir divê ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve bi rengê jinê pirek were avakirin û îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê hemû jinên li hemberî feraseta mêrserwer û pergala wê ya mêtinger li ber xwe didin, silav kir.

KJK’ê diyar kir têkoşîna ku pêşengtiya jina kurd de îro li her derê Kurdistanê belav bûye, nîşan daye ku li ser esasê rizgariya jinan a radîkal, jiyana azad dikare pêk were.

KJK’ê axaftinên Rêber APO ku gotibû wê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan bi bîr xist û got:

“Jinan li her dera cîhanê îro ji her demê zêdetir xwe bi rêxistin kirine.

Şerê li Kurdistan, Efxanistan û Ûkraynayê jî girîngiya xwerêxistinkirinê hîn zêdetir radixe ber çavan.

Ji ber vê, divê têkoşîna azadiyê ya jinan bibe hêza stratejîk a bingehîn a hemû tevgerên civakî û bigihêje asta rêxistinbûneke giştî.

8’ê Adarê divê roja geşkirina têkoşînê were fêmkirin.”

KJK’ê da zanîn ji bo xurtkirina asta xwerêxistinbûnê û geşkirina têkoşîna azadiya jinan wan dest bi pêngava ‘Li hemberî qirkirina li ser jinan dema parastina jin û civaka azad e’ kir.

Di dewama daxuyaniya xwe de KJK’ê diyar kir ku ew ê 8’ê Adarê pêngava xwe bigîhînin asta herî jor û ev got:

“Ji bo em dîwarên Îmraliyê parçe bikin, pergala tecrîd û êşkenceyê ji holê rakin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em di 8’ê Adarê de pêngava xwe geş bikin.

Êdî dem dema azadiyê ye.!

Em bang li hemû jinan dikin ku dev ji jiyana azad bernedin.

8’ê Adarê heta Newrozê em pira şoreşa jinê ava bikin û rêbartiya xwe azad bikin.”

Back to top button