Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê kurdistanê jî dema dawî zêde bûye.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê hatine kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê derbarê mijar daxwiyaniyek da ..
Şaneyê di daxwiyaniyê de ragihand Hêza hewayî bi balafirên F-16 ên Iraqê navenda çeteyên DAIŞ’ê ya li parêzgeha Enbarê kir hedef.
Li gorî ajansên nûçeyan ên Iraqê di encama êrişên balafirên Iraqê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Beriya çend rojan jî Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl da zanîn ku Li Hewlêrê çeteyekî DAIŞ’ê yê ku li Başûrê Kurdistanê û başûrê Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê bû girtine.