Heta niha welatên Rojava di kîjan warî de ceza li ser Rûsya ferz kirine?

Welatên rojava li pey hev biryarên cezayan li dijî Rûsyayê distînin. Piraniya cezayan, aboriya Rûsyayê dike hedef. Armanca sereke ya welatên rojava di warê darayî, enerjî û sporê de, Moskow ji hev bixin ne.

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê li welatên rojava bi xwere bertekeke mezin da avakirin.

Ji siyasetê bigire heta çand û werzîşê li dijî Rûsyayê biryara gelek cezayan hate girtin.

Tê texmînkirin ku bi taybetî cezayên aboriyê wê mesrefa Moskowayê giran bike.

Ev xalên girîng ên cezayên li dijî Rûsyayê di beşeê aborî, enerjî û sporê de derdikevin pêş.

Di nav biryarên cezayên aborî yên welatên rojavayî de, ya herî tund rakirina bankayên Rûsî ji pergala dravdana navneteweyî ya SWIFT ê bû.

Armanca vê cezakirinê ew e ku hinardekirin û îthalata rûsî felç bike.

Di heman demê de rê li ber danûstandinên bankên rûsî li seranserê cîhanê digire.

Her wiha mal û milkên Banka Navendî ya Rûsyayê yên li Yekîtiya Ewropayê (YE), DYA, Ingilîstan û Kanadayê hatin cemidandin.

Bi vê pêngavê re, armanc ew e ku rê li ber Banka Navendî ya Rûsyayê bigire ku mal û milkên xwe li derve bifroşe da ku piştgirî bide bank û şirketên xwe û di berdêla wê de Rûble werbigire.

YE firotin, veguhestin û hinardekirina mal û teknolojiyên ku ji bo hilberîna nefta xam a Rûsyayê qedexe kir.

Xizmetên li vê herêmê bi tundî hatine astengkirin. Armanca vê sizayê ew e ku nehêle Rûsya parzûngehên xwe yên petrolê nûjen bike.

Ji welatên rojavayî heta Rûsyayê, mal, teknolojî û karûbarên ku bi pîşesaziya hewayê ve girêdayî ne dê êdî neyên firotin.

Di çarçoveya vê biryarê de wê balafir, parçeyên yedek û alavan ji bo rêyên hewayî yên Rûsyayê neyê dayîn.

Tê texmînkirin ku balafirvaniya Rûsyayê dê ji vê cezayê ku yek ji sektorên sereke yên aboriya Rûsyayê dike hedef, bandorek mezin bike.

Ji ber ku ji çaran sê yê parên fîloya balafirên rûsî yên heyî li YE, DYA û Kanadayê hatine çêkirin.

Welatên Yekîtiya Ewropayê jî qada xwe ya hewayî ji hemû balafirên Rûsyayê re girtin.

Hin berhemên teknolojî û alavên wê, êdî bi hêsanî ji YE û welatên din ên rojavayî bo Rûsyayê wê neyê şandin.

Yekîtiya Komeleyên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) jî biryar da ku li dijî Rûsyayê cezayan bisepîne.

Back to top button