Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman ji bo cezakirina DAIŞ’iyên li girtîgehan daxwaza avakirina dadgehek navneteweyî kir.
Bilêse Ferman der barê metirsiya hebûna girtî û çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa Rojnews’ê ROJNEWS’ê re axivî.
Bilêse anî ziman DAIŞ hîna jî li ser herêm, gelê Kurd û netewên din ên cûda metirsiyek mezin e.
Bilêse êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Hesekê bi bîr xist kir û ev got:
“Me dît çawa DAIŞ’ê li Hesekê êrişî girtîgehê kir û xwest girtiyên xwe derxînin.
Divê were zanîn ger li Hesekê êrişa DAIŞ’ê biserketiba wê dubare DAIŞ zindî bûba.
Ji bo wê divê em Kurd agahdar bin û bi hev re alîkar bin ku carek din DAIŞ nikaribe derkeve.”
Ji bo darzandina DAIŞ’iyên di girtîgehan de jî Bilêse Cebar xwest dadgehek navneteweyî ava bibe.