Bangên ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ zêde dibin.
Mamostayên Zanîngeha Selahedînê diyar kirin ku PKK’ê ne terorîst e ew şerê terorê dike.
Mamoste Qasim Omer bal kişand li ser rola PKK’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û tekez kir ku PKK’ê şerê terorê dike.
Qasim Omer behsa neqebûlkirina dewleta Tirk ji Kurdan re jî kir û got:
“PKK’ê heta niha gelek caran daxwaza aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd ji dewleta Tirk kiriye.
Lê her carê dewleta Tirk rêya aştî û giftûgoyê red kiriye.”
Mamoste Raed Rifet jî xwest ku hemû rêxistin, partî û saziyên Kurdan piştgiriyê bidin kampanyaya hatî destpêkirin