Hiquqnas û siyasetmedar: Divê pirsgirêka DAIŞ’ê were çareserkriin

Xeteriya bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêde dibe. Lê Civata Navnetewî li hemberî vê pirsgirêkê berpirsyariya xwe bi cih nayne. Niha barê vê yekê tenê li ser milê Rêbeberiya Xweser hatiye hiştin. Hiquqnas û siyasetmedar balê dikşînin ser vê xeteriyê û banga dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ ên yên girtî dikin.

Pirsgirêk û xeteriya bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan her diçe zêde dibe.

Êrişên dewleta Tirka dagirker ên li ser herêmê jî xeteriya DAIŞ’ê zêdetir dike..

Lê tevî vê xeteriyê û bangên ku tên kirin hêzên navnetewî erk û berpirsyariyên xwe bi cih naynin.

Hiqûqnasên ji Reqa û herêma Firatê, girîngiya avakirina dadgeheke navnetewî a ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê anîn ziman…

Parêzer Salih Selamê: Nedadgehkirina DAIŞ’yan xeteriyê zêdetir dike

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Selame balê dikşîne ser xeteriya nedadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê û dibêje:

“Hebûna çeteyan di girtîgehan de mîna bombeya li ber teqînê ye û bûyerên ku li girtîgeha Hesekê rû dan, xeteriya DAIŞê ya li ser herêmê careke din nîşan da..

Civata navneteweyî berpirsê vê yekê ye û divê ji bo darizandina çeteyan destekê bidin avakirina dadgehekê..”

Parêzer Mistefa Muslim: Hêzên navnetewî berpirsên DAIŞ’ê ne

Parêzer û endamê Yekitya Parêzeran a Kobanê Mistefa Şêx Muslim jî derbarê mijarê de îşaret bi paşguhkirina hêzên navdewletî kir û wiha got:

“Bi dadgehkirina çeteyan wê gelek dosyayên veşartî eşkere bibin.

Diyare civaka navneteweyî naxwaze ev yek niha eşkere bibe.”

Parêzer Mistefa Şêx Muslim di dawiyê de bang li civata navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî kir ku ji bo darizandina çeteyan dadgehekê ava bikin..

Endama rêveberiya YNK’ê Bilêse Ferman: Êrişa li Hesekê careke din xeteriya DAIŞ’ê nîşan da

Endama Rêveberiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman jî li ser pirsgirêka DAIŞ’ê ji Rojnews’ê re axivî.

Bilêse Cebar bilêv kir ku DAIŞ di warê fikrî de têkneçûye û li Iraq û herêmê zemîna dewama hebûna wê tê avakirin û wiha got: “Divê em vê metirsiyê liberçav bigrin û alîkariya hevdû bikin.

Divê em rê nedin carek din mîna 2014’an DAIŞ derkeve.”

Bilêse Cebar îşaret bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Hesekê jî kir û got: “Ev êriş, metirsiya DAIŞ’ê careke din eşkere dike..

Divê çareseriyek jêre were dîtin.

Ger êrişa li Hesekê biserketiba, wê dubare xîlafet bihata ragihandin.”

 

Back to top button