Leşkerên artêşa Îranê û Heşdî Şebî li Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin li ser komek kolber. Di êrîşê de 4 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 2 kolber jî birîndar bûn..
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, şevê din li herêma Sê Çoman a Pîranşar a parêzgeha Urmiyê leşkerên artêşa Îranê û Heşdî Şebî ku li herêmê hatine bicihkirin, êrîşî komek kolber kirin.
Di êrîşê de 4 kolber hatin kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Yek ji kolberê hatine kuştin navê wî, Xalid Selîmî yê 50 salî ku xelkê Alan a Serdeşt e.
Navên sê kesên din nehatine eşkerekirin.
Tê gotin sê ji van kolberan di dema êrîşê de bi birîndarî dikevin rûbarek li wê herêmê û dixeniqin.
Hêzên Heşdî Şebî li herêmên weke Pîranşar, Şino û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê hatine belav kirin.
Lê armanca anîna wan û ji aliyê artêşa Îranê ve bicihkirina wan nediyar e.