Zelensky banga rawestandina Rûsya kir

Tevî hemû alozî û bertekan, Rûsya gav bi gav ber bi Kîevê ve diçe.
Serokomarê Ûkrayna Zelensky banga rawestandina Rûsya kir û bi awayekî fermî daxwaza endamtiya YE kir. Parlamentoya Ewropa jî endamtî na, lê disan piştevaniya xwe diyar kir. Awistralyayê, eşkere kir ku bi nirxê 50 milyon dolar alîkariya çekan daye Ûkraynayê.

Ûkrayna dixwaze serxwebûna xwe bi berxwedaniya li dijî Rûsya biparêze.

Herçiqasî ji bo vê yekê berxwedanek zêde dike, jî lê heta niha nekariye pêşiya pêşketina hêzên Rûsî bigre.

Ji aliyê din ve Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyê de ku li ser medyaya civakî parve kir, xwest ku Rûsya ji Konseya Ewlekariyê ya NY were rawestandin û derxistin.

Volodymyr Zelensky wiha got: “Welatekî ku sûcê şer li dijî sivîlan bike nikare bibe endamê Konseya Ewlekariyê. Ev der Ûkrayna ye. Ev der Ewropa ye. Em di sala 2022an de ne. Divê bê nîşandan ku mirovahî dikare xwe biparêze.”

Zelensky bi awayekî fermî serlêdana ji bo endamtiya ye kir

Zelensky ji bo endamtiya YE serlêdana fermî îmze kir.

Ji ber vê yekê, Zelensky daxwaza endamtiya tavilê ya Ûkraynayê bi pêvajoyeke taybet ji Yekîtiya Ewropî li hember êrişa Rûsyayê kir.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel di daxuyaniyekê de ragihand ku danûstandinên endamtiya Ûkraynayê ya YE wê bên kirin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di daxuyaniya xwe ya de gotibû “Ûkrayna yek ji me ye û em wan li YE dixwazin.”

Kuleba: Divê Rûsya bê tecrîdkirin

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dimitri Kuleba bang kir ku Rûsya ji tevahiya qada navneteweyî bê tecrîdkirin.

Di hesaba xwe ya twîtterê de Kuleba têkildarî mijarê ev peyam parve kir:

“Bi awayekî hovane moşekan li Meydana Azadiyê ya navenda Xarkovê û xaniyan dibarînin.

Putin, dike û nake nikare Ûkraynayê parçe bike.

Mirovahî dikare tiştên zêdetir bike û divê bike.

Zexta heyî zêde bikin û Rûsyayê tecrîd bikin.”

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ket tevgerê

Di vê navberê de, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, ji bo tespîtkirina tiştên Rûsya dike sûc in şer an na wê lêpirsîn bide destpêkirin.

Youtubeyê Sputnîk û Russia Today asteng kir

Ji ber şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, YouTubeyê biryar da ku hemû qenalên girêdayî Russia Today (RT) û Sputnikê asteng bike.

Hat ragihandin ku dê biryara heyî di zûtirin dem de bikeve meriyetê.

Awistralya alîkariya çekan bo Ûkrayna kir

Awistralyayê, aşkera kir ku bi nirxê 50 milyon dolarê Amerîkayê alîkariya çekan daye Ûkraynayê.

Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrîson, derbarê mijarê de diyar kir ku bi alîkariya çekan dixwazin ji ûkraynayiyan re bibin alîkar ku welatê xwe biparêzin.

Her wiha hikûmeta Awistralyayê, soz da ku wê bi qasî 25 milyon dolarî alîkariya mirovî jî ji bo Ûkraynayê bikin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki, îdia kir ku 12 dîplomatên mîsyona NY’yê Rûsya “endamên îstixbaratê” ne û ji ber vê sedemê wê wan dersînor bikin.

Back to top button