Kampanya derxistina PKK’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê didome

Kampanya bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li Kurdistanê jî bi awayek berfireh didome. Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê tekildarî mijarê gotin, me rastî û hebûna xwe di PKK’ê dît. Malbatan xwestin Rêber Apo were azadkirin PKK’ê ji lîsteyê were derxistin. Mamostayên Zanîngeha Selahedînê yê Hewlerê jî banga piştgiriya kampanyayê kirin.

Li seranserî cîhanê kampanyayên ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji “lîsteya terorê” dewam dikin.

Kampanya li Kurdistanê jî bi awayek berfireh didome.

Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê tekildarî derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê axivîn.

Mihemed Sediq: Me rastî û hebûna xwe di PKK’ê de dît

Mihemed Sedîq ku bavê 3 şehîdan e; diyar kir ku wî di sala 1985`an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û got:

“Me rastî û hebûna xwe di PKK’ê de dît”

Di dewamê de Mihemed Sedîq destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd her tim dixwazin bi rêbazên cûda gelê Kurd qir bikin û got, Ji ber vê yekê jî navê PKK`ê xistin nava “Lîsteya terorê”

Mihemed Sedîq biryara hiştina PKK di lîsteya terorê de şermezar kir û banga azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir.

Ehmed Reşad: Xistina navê PKK’ê di lîsteya terorê’ de rûreşiyek e

Birayê şehîd Mihemed Kobanê, Ehmed Reşad jî têkildarî mijarê axivî û da zanîn di sala 1981`an de wî fikirên tevgera Azadiyê nas kiriye.

Ehmed Reşad destnîşan kir ku PKK`ê ji bo xak û rûmetê têdikoşe û got:

Fikirê PKK’ê ji tevahî fikiran cuda ye, ji ber vê yekê li tevahî Rojhilata Navîn belav bû

PKK hewldide zilm li ser gelê Kurdistanê rabe.

Xistina navê PKK`ê di “Lîsteya terorê” de rûreşiyek e”

Mamosteyên zanîngeha Selahedînê piştgirî dan kampnayayê

Derbarê giringiya kampanyê de mamostayên Zanîngeha Selahedînê yê Hewlerê jî ji ajansa Rojnêwsê re axivîn.

Mamostêyê Zanîngehê Dr.Qasim Omer da zanîn PKK di encama zilm û bêmafiya li beramberî Kurdan dihat kirin, derket.

Dr.Qasim da zanîn PKK parastinê li mafên hemû gelên rastî zilmê tên dike û got:

Bi derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî wê li Rojhilata Navîn aşitî û demokrasî pêkwere. ”

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Raed Rifet jî axivî û bang kir divê hemû rêxistin, partî û saziyên Kurdan piştgiriyê bidin kampanya yê.

Back to top button