Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê endamê TEV-ÇAND’ê Bawer Botan ku di 5’ê Mijdara 2021’an de li Rojava dema derman dibû, şehîd bûbû bi bîr anî. Komîteyê diyar kir ew ê xwedî li mîrateya wî ya şoreşger û hunermendiyê derkevin û xeyalên wî yên nîvî de mayî pêk bînin.
Endamê TEV-ÇAND’ê Bawer Botan di 5’ê Mijdara 2021’an de ku ji bo tedawiyê li Rojava bû, şehîd bû..
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê peyameke sersaxiyê weşand û Bawer Botan bibîr anî.
Komîteyê diyar kir ku Bawer Botan şoreşgerî û hunermendî di kesayetiya xwe de kiribû yek û wiha got,
“Heval Bawer di mijara azadiya gel xwe xwedî helwest û têkoşîneke mînak bû..
Heval Bawer ku li Sêrtê mezin bû, di sala1990’î de bi saz û stranên xwe beşdarî têkoşînê bûye.
Hunera xwe kir xizmeta propagandaya şoreşê û lewma bû hedefa dijmin.”
Di dewama daxuyaniyê de Komîteyê bibîrxist ku Bawer Botan di 17 saliya xwe de ket zindanê û û piştî ji zîndanê dertê berê xwe da çiyayên azad, nava refên şoreşê, bû gerîla.
Komîteyê balkişande li ser berhemên ku Bawer Botan nivîsandiye û xebatên wî yên hunerî û wiha dewam kir;
Di nava berxwedana Zapê de cih girt û destana gerîla kir pirtuk..
Pirtûka duyemîn a rêza romana li ser Rêbertî ya bi navê ‘Apo, Roniya Hêviyê’ nivîsand..
Piştî romanê, bala wî çûye ser xebatên qada sînemayê.
Dest bi nivîsandina senaryoyekê li ser berxwedana xwerêveberiyê, welatparêzî û xiyanetê kir…
Xebata wî wekî projeyekê hate qebûlkirin û wekî rêzefîlma bi navê ‘Tava Sor’ xebat li ser meşand..
Berpirsyariya rêxistinkirina xebatê girt ser xwe û dest bi kişandina rêzefilmê kir.”
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê da zanîn ku Bawer Botan xwediyê hedef û xeyalên mezin bû bi van gotinan bi dawî kir;
“Pêdiviya şoreşê bi çi hebûya, heval Bawer dixwast wê pêk bîne..
Bi jiyan, tecrube û daneheva xwe, heval Bawer ev isbat kir.
Ji ber nexweşiyê heval Bawer zû ji nav me bar kir.
Em ê xwedî li mîrateya wî ya şoreşger û hunermendiyê derkevin û xeyalên wî yên nîvî de mayî pêk bînin.